Amerîka zêdetirî 500 hezar doz derziya Pfizer-BioNTech ji Iraqê re disîne
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku rêveberiya Serokê Amerîka Joe Biden, di çarçoveya bernameya COVAX a Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) bo xwegihandina derziyên koronayê de, zêdetirî 500 hezar doz derziyên Pfizer-BioNTech ji Iraqê re dişîne.
Li gorî nûçeya Reutersê hikûmeta Amerîkayê 503 hezar doz derziyên koronayê di çarçoveya bernameya COVAXê de roja Pêncşema bê 19ê Tebaxê ji Iraqê re dişîne ku para Herêma Kurdistanê jî tê de heye.
Çavkaniyeke Koşka Spî ragihandiye ku ev biryara şandina derziyan dema hevdîtina Kazimî bi Biden re hatiye eşkere kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin