Li seranserê Iraqê di rojekê de zêdetirî 5 hezar kes bi koronayê ketin

23 September 2020 20:12 0 dîtin
Li seranserê Iraqê di rojekê de zêdetirî 5 hezar kes bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê ragihand ku li Iraqê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 72 kesan jiyana xwe ji dest daye û 5 hezar û 55 kesên din jî pê ketine.

Wezareta Tenduristiya Iraqê da xuyakirin, di 24 demjimêrên borî de li Iraq û Herêma Kurdistanê 72 kesan can daye û 5 hezar û 55 kes jî bi vîrûsa koronayê ketine.

Herwiha hat diyarkirin ku heta niha 332 hezar 635 kes li Iraqê bi vîrûsa koronayê ketine û 264 hezar û 988 kes jî baş bûne.