‘Milyonek û 800 hezar leskerên Iraqê rasterast di bin fermana Kazimî de ne’
PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî yê hêzên çekdarên Iraqê li ser gefên milîsên îranî yên derketine derveyî yasayan piştgirî da Serokwezîr Mistefa Kazimî.
Berdevkê Artêşa Iraqê ragihand, milyonek û 800 hezar leşker di nav hêzên hikûmetê de hene û rasterast fermanê ji serokwezîr û fermandarê giştî yê hêzên çekdarên Iraqê Mistefa Kazimî distînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşên milîsan bi ser balyozxaneya Amerîkayê de, hejmarek milîsên alîgirên îranê ji aliyê hêzên hikûmeta Iraqê ve hatibûn girtin û di serî de Ketayîba Hizbûllah û koma Asayîb el Heq gef li hikûmeta Iraqê xwaribûn û daxwaza berdana wan berpirsên xwe yên destê wan di moşekbarana Herêma Kesk de hebû kiribûn. Serokwezîr Mistefa Kazimî ew daxwaza wan red kiribû û ragihandibû, wê têkoşîna wan li dijî kesên derketine derveyî yasayan berdewam bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin