Serokwezîr 180 milyon dînar alîkarî ji bo çêkirina deriyê perestgeha Lalesê pejirand
PeyamaKurd – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, 180 milyon dînar alîkarî ji bo çêkirina deriyê serekî yê perestgeha Laleş a Kurdên Êzîdî pejirand.
Şêwirmendên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Kurdên Êzîdî Şêx Şamo diyar kiriye: ‘‘Lijneyeke taybetmend dîzayna deriyê serekî yê perestgeha Laleşê pejirand.’’
Şêx Şamo daye zanîn: ‘‘Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, 180 milyon dînar ji bo çêkirina deriyê serekî pejirandiye.’’
Herwiha serpereştyarê nûjenkirina perestgeha Laleşê, endazyar Xalîd Nermo eşkere kiriye: ‘‘Dîzayna derî ji aliyê endazyarên Kurdên Êzîdî ve hatiye pêkanîn û lijneya serpereştiya nûjenkirinê, Civata Ruhanî û Mîrê Kurdên Êzîdî jî pejirandiye.
Xalîd Nermo diyar kiriye, piştî pareyê ku hatiye cudakirin ji bo projeya çêkirina derî, dê demekî nêzîk de dest bi cîhbicîhkirina projeyê bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin