Serokwezîr zêdetirî 3 milyar û 600 milyon dînar ji bo projeya rêyeke Akreyê dabîn kir
PeyamaKurd – Serokwezîr Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, rizamendî li ser dabînkirina zêdetirî 3 milyar û 600 milyon dînar ji bo projeya nûjenkirina rêyeke Akreyê da.
Li gor Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê belav kiriye, li ser rizamendiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, bi qasî 3 milyar û 657 milyon û 873 hezar dînar hatiye dabînkirin bi mebesta cîbicîkirina projeya nûjenkirin û qîrkirin rêya (Amada - Bêxmê - Kanî Tozê) bi dirêjiya 21 kîlometre li nahiyeya Dînarteyê navçeya Akrê.
Herwiha hatiye aşkerekirin, ev pare bi şêweyê neqdî û qonax bi qonax wê li ser budceya perepêdana parêzgeha Duhokê were xerckirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin