Serokwezîr Barzanî, li ser kêmbûna avê 3 milyar dînar terxan kir

27 February 2023 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, li ser kêmbûna avê 3 milyar dînar terxan kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê, nêzîkî 3 milyar dînar terxan kir.

Di daxuyaniya ku îro ji aliyê Fermangeha Medya û Zanyariyan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo çareserkirina pirsgirêka kêmbûna ava vexwarinê û bandora hişkesaliyê, ji bo kolandina 40 heb bîrên avê, 2 milyar û 878 milyon dînar terxan kirin.

Li gorî hat diyarkirin, ew pereyê ku nêzîkî 3 milyar dînar e, dê bi awayekî nextî û qonax bi qonax li ser bûdceya asayî ya Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê were xerckirin.

Di daxuyaniya ku hat dayîn de hat eşkerekirin ku “Ji ber bandora hişkesalî û zêdebûna daxwaza avê, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi berdewamî planên ji bo bipêşxistina projeyên avê ya li deverên ku pirsgirêk hene, bi cih dike.”