Serokwezîr Barzanî ji bo projeyeke paqijiyê ya Duhokê 6 milyar dînar terxan kir

07 April 2022 15:57 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo projeyeke paqijiyê ya Duhokê 6 milyar dînar terxan kir

PeyamaKurd - Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê, bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, nêzîkî 6 milyar Dînar ji bo projeyeke paqijkirinê ya li Duhokê terxan kir.

Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê ragihand, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizemendî da xerckirina (5,874,372,000) Dînaran ji bo projeya pakkirina zibil û xaşaka li parêzgeha Duhokê û wê ew pere li ser budçeya asayî ya Serokatiya Şaredariya Duhokê bê xerckirin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin, “Di çarçoveya girîngîpêdana kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi parêzgehên Herêma Kurdistanê û îdareyên serbixwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî rizemendî da xerckirina (5,874, 372,000) Dînaran ji bo projeya pakkirina gilêş û qirşûqalê li parêzgeha Duhokê ji bo heyama salekê ji 1/9/2021 heta 31.8/2022an. Ew pereyên hatine terxankirin jî li ser budçeya asayî ya Serokatiya Şaredariya Duhokê tê xerckirin.”