Serokwezîr Barzanî ji bo Nexwesxaneya Sîdekan 3 milyar dînar terxan kir

14 December 2021 20:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo Nexwesxaneya Sîdekan 3 milyar dînar terxan kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî nêzîkî 3 milyar dînar ji bo temamkirina nexweşxaneya nehiya Sîdekan ya Hewlêrê terxan kiriye.

Endamê parlementoya Kurdistanê, Zêdan Biradostî eşkere kir, serokê hikûmeta Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî 2 milyar û 865 milyon dînar ji bo çêkirin û temamkirina nexweşxaneya 25 textî ya Sîdekan terxan kiriye.

Zêdan Biradostî diyar kir, em spasiya serokê hikûmetê û tevahiya berpirsên ku di terxankirina vê bûdceyê de rola xwe lîstine dikin.