Serokwezîr Barzanî ji bo Soran budçeyeke 331 milyon dînaran terxan kir

04 October 2020 23:40 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo Soran budçeyeke 331 milyon dînaran terxan kir

PeyamaKurd - Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bûdçeyeke taybet ji bo qezaya Soran a Hewlêrê terxan kir.

Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo devera Soran budçeyeke taybet a bi nirxê 331 milyon û 200 hezar dînaran bo rûbirûbûna vîrusa koronayê terxan kiriye.

Di daxuyaniya wezaretê de wiha hat gotin: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna vîrûsa corona piştgiriya xwe berdewam dike. Bi fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî biryar hatiye dayîn ku 331 milyon û 200 hezar dînar hatine diyar kirin ji bo avakirin û dabînkirina kargehên hilberîna oksîjenê li qezaya Soran di çarçoveya pêdiviyên girîng ên rûbirûbûn û dermankirina nexweşên Korona de li Herêma Kurdistanê."