BCFê li Soran projeyeke tenduristiyê ya bi 110 milyon dînaran pêk anî

03 April 2022 19:12 0 dîtin
BCFê li Soran projeyeke tenduristiyê ya bi 110 milyon dînaran pêk anî

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) li Nexweşxaneya Aştî ya Îdareya Serbixwe ya Soran projeyeke bi 110 milyon dînaran bicih anî.

Hat ragihandin ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî projeya salona pêşwaziya nexweşan û şêwirmendiyê li Nexweşxaneya Aştî ya Soran bicih anî û proje ji aliyê bi merasîmeke ku tê de kordînatorê îdareya serbixwe ya Soran Helgurd Şêx Necîb û serokê Dezgaha Xêrxwazî ya Barzanî Mûsa Ehmed amadehî kirin, hat vekirin.

Hat zanîn ku ew proje ji bi hevbeşiya îdareya serbixwe ya Soran û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve hatiye pêkanîn û zêdetirî 110 milyon dînar lê hatiye xerckirin.