Serokê BCFê ragihand: Zêdetirî 4 milyon dolar li zarokên sêwî tê dabeskirin
PeyamaKurd - Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevkariya Konsulxaneya Îmarata Erebî wê li Hewlêrê, zêdetirî 4 milyon dolaran li ser zarokên sêwî dabeş bike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed îro 2ê Hezîranê ragihand, “Em hêvîdar in di roja ragihandina projeya hevbeş a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ligel Heyva Sor a Îmaratê, her ezîzek (sêwî) sûdê ji vê pirojeyê werbigire ku projeyek berfireh, perwerdeyî û bi kalîte ye.”
Ehmed da zanîn: “Navendên lêkolînê li ser asta navxwe û navdewletî hene, ku lêkolînan li ser karê xêrxwazî û projeyan dikin, ku bandoreke mezin li ser sûdmendên projeyê kir.”
Serokê BCFê: “Her kesê sûdê ji vê projeyê werdigire, divê bixwîne. Ev yek bû sedem ku hejmara zarokên ku bavên wan di karesatekê de mirine û ji dibistanê ketine, kêm bibe.”
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî got: “Ew proje dê di rojên bê de li bajarên Helebce, Silêmanî, Germiyan, Kerkûk, Hewlêr, Soran, Zaxo, Dihok, Şingal, Mûsil, Enbar û Bexdayê dest pê bike. Herwiha ev proje dê li Efrînê jî were ragihandin û dê 108 zarok jê sûdê werbigirin.”
Serokê BCFê derbarê kesên sûdê ji vê kampanyayê bistînin ev agahî dan: “Hejmara sûdmendên projeya hevbeş a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li gel Heyva Sor a Îmaratî, 11 hezar û 775 zarok in. Di vê heyamê de 3 milyon û 551 hezar û 425 dolar dê li wan bê belavkirin. Herwiha 3 hezar û 470 kes dê sûdê ji projeya Kurdistanê werbigirin, ku dê milyonek û 23 hezar û 720 dolar bê dabeşkirin. Bi giştî, 15 hezar û 245 zarok ji projeyê sûdê werdigirin.”
Mûsa Ehmed herwiha destnîşan kir, “Me hewl daye hevsengiyeke baş di navbera parêzgeh û bajarokan de hebe, ku li Hewlêrê 3568 zarok, li Dihok 2733 zarok, Silêmanî 1882 zarok, Kerkûk 1504 zarok, Germiyanî 1734 zarok, Helebce 160 zarok, Neynewa 231 zarok û Enbar û Bexda û Tikrîtê jî 408 zarok jê sûd werdigirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin