BCFê di 2018an de alîkarî gihand zêdetirî 1 milyon malbatan

04 January 2019 12:19 0 dîtin
BCFê di 2018an de alîkarî gihand zêdetirî 1 milyon malbatan

PeyamaKurd - Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF-Barzani Charity Foundation) Mûsa Ehmed, li Hewlêrê bi civîneke rojnamevanî li ser xebat û çalakiyên alîkariyê yên sala 2018an daxuyanî dan.

Mûsa Ehmed daxuyakirin, “Li Herêma Kurdistanê û Iraqê 8.009 çalakiyên me yên alîkariyê hatine encamdan û ji 1 milyon malbatan zêdetir  sûdmend bûne. Di sala 2019an de em dê çarçoveya alîkariyên xwe berferehtir bikin. Projeya me ya kêmendaman heye û di sala 2019an de, ew proje tê bicîkirin.”.

Mûsa Ehmed ragihand ku ew dê li Bruksel û Cenewê ofîsan vekin, bi rêya van ofîsan jî dê bi xebatên tên birêvebirin pirsgîrekên civatî-aborî bigihînin platform û raya giştî ya cîhanî.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di asta Kurdistanê û Iraqê de mezintirîn Dezgeha Alîkariyê ye û di demên derbasbûyî destê alîkariyê gihandiye bi milyonan kesên li Kurdistanê û Iraqê.