BCFê alîkarî û pêlîstok gihandin zaroka hatibû rizgarkirin û malbata wê
PeyamaKurd – Nûnertiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) ya Efrînê, alîkarî gihand malbata zaroka 4 salî ya bi navê Ceylan ku piştî windabûbû, hatibû rizgarkirin.
BCFê tevî alîkariyên pêwîst bo malbatê pêlîstok diyarî Ceylanê kirin.
Ceylan beriya 4 rojan li Efrînê winda bûbû û piştî lêgerînê li devereke çiyayî hatibû dîtin ku bêhal ketibû.
Tîma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, piştî ku Ceylan ji nexweşxaneyê derket serdana malbatê kir û tevî alîkariyan pêlîstok diyarî Ceylanê kir û kêfa wê anî.
BCF li ser rûpela xwe ya Facebookê got, piştî ku Ceylan ji nexweşxaneyê derket, tîma nivîsgeha Efrînê ya Dezgehê seredana wê kir û diyarî û pêlîstokên zarokan jê re birin, ji bo malbata wê jî, alîkariyên xwarinê û yên din jî hatin pêşkêş kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin