Amerîkayê 200 TIR alîkarî gihandin Rojhilatê Firatê
PeyamaKurd - Rawengeha Suriyê ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê nêzîkî 200 barhilgir pêdawîstî, çek û hevkarîyên lojistîkî gihandin deverên bin kontrola Hêzên Suriya Demokratîk (HSD).
SOHRê di raporta xwe ya dawî de diyar kir ku heta niha 2 hezar û 300 barhilgir alav, pêdawîstîyên lojistîkî û serbazî bi 23 karwanan gihiştîye deverên jêr desthilata HSDê li rojahilata Firatê.
Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî rêkeftina bo herêma ewle ya navbera Amerîka-Tirkiyê jî ev alîkariyên leşkerî bênavber dewam dikin ku doh jî hatibû ragihandin ku 60 TIR alîkarî gihîştiye Kobaniyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin