Omer Osê: Amerîkayê ji bo operasyona Rojhilatê Firatê destûr daye Tirkiyê
PeyamaKurd - Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê ku beriya niha di hikûmeta Beşar Esed de jî cî girtiye, hişyarî da Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û diyar kir ku Amerîkayê glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye ta ku êrîşî rojhilatê Firatê bike û bang li HSDê kir vegere hembêza Sûriyê.
Parlemanter û Serokê Destpêşxeriya Niştimanî ya Kurdên Sûriyê Omer Osê ji rojnameya “Watan” a Sûrî re ragihand, Amerîka û Tirkiyê li ser operasyona Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê lihev kirine û Amerîka glopa kesk ji Tirkiyê re vêxistiye, lê ew wê yekê ranagihînin û dibêjin ku danûstandinên wan li ser avakirina navçeya ewle bê encam mane.
Osê bang li HSDê kir hevrkariyê bi rêjîma Sûriyê Sûriyê re bike û odeyeke operasyonan a hevbeş damezrînin û hemû pêkhateyên bakurê Sûriyê bi artêşa Sûriyê re rûbirûyî dagîrkeriya Tirkiyê bibin.
Osê bal kişand ser daxuyaniyên Tirkiyê yên piştî serdana Nûnerê Amerîkî bo Karûbarên Sûriyê James Jeffery û got, bi tiştê li ser erdê re dibe nagunce û têgihiştineke Amerîkî – Tirkî çêbûye da ku Tirkiye êrîşî rojhilatê Firatê bike.
Omer Osê da zanîn ku dibe êrîşa Tirkiyê di qonaxa yekem de ji Minbicê ve destpê bike, piştre Kobanî û piştre Serê Kaniyê û derdora wê be.
Osê herwiha hişyarî da HSDê û got: "Gefên Tirkiyê vê carê cidî û metirsîdar in û Amerîka dê fişarê li HSDê bike da ku projeya Amerîkî – Tirkî bipejirîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin