Wezîr û fermandarên Tirk ji bo operasyona Rojhilatê Firatê civiyan
PeyamaKurd – Piştî hevdîtinên ligel şanda Amerîkayê ya bi seroktiya James Jeffrey ku ev 3 roj in berdewam dikin û ti lihevkirinek li ser herêma ewle ya bo Sûriyê çênebûye, Tirkiyê dîsa berê xwe da ser amadekariyên operasyona Rojhilatê Firatê.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar piştî civînên ligel Jeffrey bi fermandarên artêşê re li ser armancên operasyona muhtemel a bo Rojhilatê Firatê civiya.
Hulusî Akar li ser hevdîtinên ligel şanda Amerîkî wiha got: "Me hemû nêrîn û pêşniyarên xwe pêşkeşî heyeta Amerîkayê ya hatî kirin. Em li bendê ne demildest nirxandina xwe bikin û bersiva me bidin. Me dubare ji şanda Amerîkî re got ku êdî tehemula me ji derengxistinê re nemaye û pêwîst bike emê înîsiyatîfa xwe bikar bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin