Tirkiye îro derbarê operasyona rojhilatê Firatê biryar dide
PeyamaKurd - Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê (MGK) li ser şerê PKKê û operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê dicive.
Encumena asayişa niştimanî ya Tirkiyê dê îro bi serokatiya serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li ser çend mijarên kirîtîk bicive. Li gorî medyaya Tirkiyê, yek ji wan mijaran şerê PKKê û operasyonên li hember wê rêxistinê ye.
Mijareka din ya ku dê di civîna han de were axaftin û biryar li ser were dayîn, operasyona li hember Rojavayê Kurdistanê û YPGê ye.
Şeva borî Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar ji Wezîrê Berevaniya Amerîka re ragihandibû, eger ew li ser pêkanîna herêma aram li rojhilatê Firatê (beşek ji Rojavayê Kurdistanê) li hev nekin ewê bi tena serê xwe wê herêmê pêk bînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin