Îdia | Medya Tirk: Tirkiye û Rûsyayê li ser Rojhilatê Firatê li hev kirin
PeyamaKurd - Televizyona bi ser partiya deshilatdar a Tirkiyê AK Partiyê ve, A Haberê îdia kir ku Tirkiye û Rûsyayê di civîna Moskowê de, li ser Rojhilatê Firatê û operasyonên Tirkiyê li hev kirine.
Li gor nûçeya A Haberê ku dispêre çavkaniyên dîplomatîk, di civîna çend roj berê ya li Moskowê de, Rûsya û Tirkiyê li ser Rojhilatê Firatê li hev kiriye.
Li aliyê din jî çavkaniyên herêmê radigihînin ku hem şervanên YPGê ji Minbicê vedikişin, hem jî komên çekdarên ku Tirkiye piştgiriya wan dike û ji bo êrîşî Minbicê bikin kom bûbûn, ji derdora Minbicê vedişin û li Idlibê bi cih dibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin