Îdia! Tirkiye bi konvoyên mezin derbasî Laziqiyê bû: Wê baregehekê ava bikin!
PeyamaKurd – Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Ereb de cih digirin, leşkerên Artêşa Tirk bi karwanên mezin derbasî Lazqiyê bûne. Tê îdiakirin ku Tirkiye wê li vir baregeheke leşkerî ava bike.
Piştî rûxandina rejîma Beşar Esad, li Sûriyê rojên aloz dijîn.
Di serdema rejîma kevin de, bi taybetî Rûsya û Îran piştî ku Esad hat rûxandin, bandora xwe li Sûriyeyê wenda kir. Kontrola îdarî ya Sûriyê bi awayekî demkî ketiye destê HTŞê.
Ji aliyê din ve di medyaya Erebî de hat îdiakirin ku karwanên mezin ên Hêzên Çekdar ên Tirkiyê derbasî bajarê Laziqiyê bûne.
Di raporê de herwiha hat îdiakirin ku Tirkiye plan dike ku li wir baregeheke leşkerî ava bike. Vîdyoyên têkildarî îdiayan li ser medyaya civakî hatin parvekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin