Saredarê New Yorkê îdia kir 'ji Tirkiyeyê alîkariyên neqanûnî wergirtine'!

27 September 2024 08:37 0 dîtin
Saredarê New Yorkê îdia kir 'ji Tirkiyeyê alîkariyên neqanûnî wergirtine'!

PeyamaKurd – Hat îddîakirin ku Eric Adams ji Tirkiyeyê alîkariyên neqanûnî distîne û li Stenbolê li otêlên luks û cihên şahiyê mazûvanî kiriye.

Li gorî BBC Tirkî, derbarê Şaredarê New Yorkê Eric Adams de îdianame hat amadekirin û bi 5 mijaran, gendelî û bertîl jî tê sûcdarkirin. Beşek girîng a îdianameyê ku ji 57 rûpelan pêk tê, ji sûcên têkildarî karsazên Tirk û herî kêm karmendekî Tirk pêk tê.

Di yek ji wan de, Adams tê tawanbar kirin ku di salekê de zêdetirî 25,000 dolar bexş ji welatiyek biyanî werdigire.

Di îdianameyê de hemwelatiyên biyanî yên ku Adams "bi zanebûn wek avantajeke neheq qebûl kiriye" wek karsazên Tirk û herî kêm yek jî "rayedarekî Tirk" tê binavkirin.

Di îdianameyê de di nav diyariyên ku ji Adams re hatine dayîn de, bilêtên çîna karsaziyê yên bêpere yên di seferên Rêhewayên Tirk ên ji bo Stenbolê û ji ser Stenbolê de hene.

Hate diyarkirin ku karsazeke dewlemend a Tirk derfet daye Adams ku li otêla xwe ya luks bêpere an jî bi erzanîyek mezin bimîne.