Îdiaya Tirkiyeyê ji aliyê HSDê ve hat redkirin
PeyamaKurd – Îdiaya Tirkiyeyê ya li ser “kuştina 15 şervanan” ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve hat redkirin.
Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê bi daxuyaiyekê da zanîn, “rojên 20, 23 û 24ê Îlonê hêzên Tirkiyeyê, li Minbic, Efrîn û Serê Kaniyê 15 şervanên HSDyê kuştine.”
Herwiha Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê da zanîn, van 15 şervanan hewl didan ku êrîşan pêk bînin.
Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi rêya hesabê xwe yê Xê diyar kir, ev angaşta Wezarata Parastinê ya Tirkiyeyê red kir.
Di daxuyaniya HSDê de hat eşkerekirin, ew daxuyaniya "kuştina 15 şervanên HSDê ji rastiyê dûr e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin