Îdiaya "Sandeya DEMê wê bi HSDê re jî hevdîtinê bike"

03 January 2025 10:27 0 dîtin
Îdiaya "Sandeya DEMê wê bi HSDê re jî hevdîtinê bike"

PeyamaKurd – Rojnameger Fîkret Bila destnîşan kir ku piştî civîna duyemîn a Îmraliyê heyeta Partiya DEMê dikare biçe Sûriyeyê û bi HSDê re hevdîtinê bike.

Şanda DEMê ya ku li Îmraliyê bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû, doh bi Serokê Meclîsa Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş û Serokê MHPê Devlet Bahçelî re hevdîtin pêk anîbûn.

'Şandeya DEMê dikare bi HSDê re hevdîtinê bike'

Nivîskarê Halk TV Fîkret Bila diyar kir ku heyeta Partiya DEMê piştî serdana xwe ya duyemîn a Îmraliyê dibe ku biçe Sûriyeyê û bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re hevdîtinê bike.

Tê payîn ku mijarên girîng ên civînê geşedanên li herêma di bin rêveberiya HSDê de û rojeva destwerdana leşkerî bin.

Banga danîna çekan di Newrozê de ye

Bila îdia kir ku wê banga danîna çekan piştî pîrozbahiya Newrozê ya 21ê Adarê bê kirin.