Mesrûr Barzanî li gel sandeya DEMê civiya

19 February 2025 13:37 0 dîtin
Mesrûr Barzanî li gel sandeya DEMê civiya

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li gel şandeya Partiya DEMê civiya.

Şandeya ku bi serokatiya Sirri Sureyya Onder û Pervin Buldanê li ser hewlên xwe yên ji bo piştgirîkirina diyaloga li Tirkiyeyê agahî da Serokwezîr Barzanî û aştî û çareseriya pirsgirêka kurd weke “pêdiviyeke lezgîn” pênase kirin.

Wan got ku “qonaxeke nû” li Tirkiyeyê derketiye holê û rola Serokwezîr Barzanî a ji bo piştgirîkirina van hewlan de erênî dît.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de piştgîriya pêvajoya aştiyê kir û tekezî li ser girîngiya îstifadekirina ji hemû derfetan bo pêkhatina aştî û aramiya herêmê kir. 

Wî amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşkêşkirina “her cure hevkarî û hevahengiyê” ji bo bidawîanîna çerxên tundûtûjiyê dupat kir.