Rojhilatê Firatê, Rûsya û Tirkiye

12 October 2018 23:33 0 dîtin
Rojhilatê Firatê, Rûsya û Tirkiye

PeyamaKurd - Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, ku Amerîka bi alîkariya hevpeymanên xwe  bi taybet Kurd li Sûriyê herêmeke ne rewa ava dike.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji ajansa RTyê re ragihand, ku ne tenê parêzgeha Îdlibê alozî û pirsgirêk tê de hene lê belê kiryarên li navçeya Rojhilatê Feratê jî têne kirin nayê qebûl kirin.

Sergey Lavrov da zanîn ku, Amerîka bi rêya hevpeymanên xwe li Sûriyê welatokekî dadmezrîne. Herwiha Wezîrê Rûsî got: Ne Amerîka û ne jî Fransa û welatên Rojava naxwazin penaber vegerin navçeyên di bin desthilata Hikûmeta Sûriyê de daku, proseya siyasî dest pê bike.

Li aliyekî din, Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî gotibû: “Di demeke nêzîk de komandoyên me wê li Rojhilatê Firatê operasyonê bikin. Em ê cih û warên terorîstan li wê derê xir û xopan bikin.”