Rûsya bo rojhilatê Firatê peyam da çapemeniyê

14 December 2018 21:49 0 dîtin
Rûsya bo rojhilatê Firatê peyam da çapemeniyê

PeyamaKurd- Rûsya li ser mijara operasyona Tirkiyê bo ser rojhilatê Firatê peyam da çapemeniyê. Berdevka wezareta karên derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova ragihand ku bi Tirkiyê re, di derbarê Sûriyê de, her dem di nava têkiliyan de ne. Zaharova di civîna çapemeniyê ya heftane de got:

" Operasyonên li dijî terorê jî di nav de, em di temamê meseleyên Sûriyê de bi hevkarên xwe yên Tirk re di nava têkiliyan de ne.”

Zaharova li ser mijara; bê ka Kurdên li bakûrê Sûriyê terorîstin an na de, weha got:

“ Li gor me ku me kiriye sinif bi sinif, ew neguheriye. Di vê mijarê de fikra Tirkiyê ya wê bi xwe heye. Her halê me, bi Tirkiyê re, ne weka hev e.”

Mihail Bogdanov ku cîgirê wezîrê karên derve ye, ragihand ku ew bi hemû terefan re di nava têkiliyan de ne û got ku divê her alî bi xweşbînî tevbigere.