"Tirkiyê bi Rûsya, Almanya û Fransayê êrisî rojhilatê Firatê kir"
PeyamaKurd - Endamê Konsey Rêveberiya Tevgera Civata Demokratîk a Kurdên Sûriyê Aldar Xelîl bal kişande ser êrişa topxaneyî ya çend roj berî niha ya Tirkiyê li ser rojhilatê Firatê û got: Eger lampa kesk a Rûsya, Fransa û Almanya nebûya Tirkiyê qet êrişî rojhilata Firatê nedikir.
Aldar Xelîl bal kişande ser êrişa topxaneyî ya çend roj berî niha ya Tirkiyê ser rojhilata Firatê û ragihand ku êrişên Tirkiyê hema piştî civîna Stanbolê ya serokkomarên Rûsiya, Tirkiyê, Almanya û Fransayê pêk hat û eva tê vê wateyê ku Fransa, Almanya û Rûsyayê lampa kesk a êrişa ser rojhilata Firatê nîşanî Tirkiyê dane û eger wisa nebûya Tirkiyê qet êrişî ser vê navçê nedikir.
Aldar Xelîl li dewama gotinên xwe destnîşan kir: Li nav Sûriyê êdî tesîra neyaran nemaye, li nav Sûriyê dewleta navendî maye û em mane û grûpên heyî di nav Îdlibê da û eger operasiyonek ser Îdlibê destpê bibe dê tenê em bimînin û dewleta navendî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin