Almanya û Rûsya bo Tirkiyê peyamên sersaxiyê dan

31 October 2020 01:15 0 dîtin
Almanya û Rûsya bo Tirkiyê peyamên sersaxiyê dan

PeyamaKurd – Bi sedema erdheja li bajarê Îzmîrê serokê Rûsyayê Vladimir Putin sersaxiyê da serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdoğan û wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas di peyama sersaxiyê de got:

“Erdhej di dilê me de li me da.”

Ji Kremlînê bi awayekî nivîskî peyama Putin ya bo Erdoğan şandiye hat ragihandin û weha got:

“Birêz serokkomar, bi sedema erdheja li Îzmîrê ku bûye sedema cadanê û xerabûna avahiyan, ji kerema xwe taziyetên me qebûl bikin.”

Putin xwest ku Erdoğan bo mirovên kesên di erdhejê de can dane, taziyetên wî ragihîne û bo birîndaran şîfayê xwestiye.

Wezîrê karên derve yê Almanya Heiko Maas di ser hesabê xwe yê medya civakî de sersaxiyê kir û weha got:

“ Dilê me bi we re ye. Erdheja li Samosê û Îzmîrê di dilê me de li me da. Em bi hemû hestên xwe bi malbat û mexdûrên erdhejê re ne. Em hêvî dikin ku kesên di bin ekqazan de mane bi saxî bên rizgarkirin, birîndar zû baş bibin û ez êşa mirovên kesên can dane, parvedikin. Yekîtiya Awrûpayê û NATO her wext bo alîkariyê amade ye. Ew kesên ku di tîmên rizgarkirinê de wezîfe dikin, bo herkesî sipasiya xwe dikim.”