Wezîrê Tirk: Wê hêzên me li 'Rojhilatê Firatê' daîmî bin
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di bernameyeke televizyonê de ragihand ku ew dê li Rojhilatê Firatê (Rojava) û seranserê sînor baregehên daîmî ava bikin û dibe ku wek hêzên li Herêma Kurdistanê bin.
Akar di derbarê rêkeftina “herêma ewle” ya bi Amerîkayê re jî got, rêkeftina herêma ewle bi awayekî giran birêve diçe û Amerîka ne ji dil kar dike.
Akar da xuyakirin, hêzên wan her wekî Başûrê Kurdistanê bicih bûne, wê li Rojavayê Kurdistanê jî bicih bibin û ev hewildana wan dê bi kûrahiya 30 - 40 km be, heger Amerîka wek daxwazên wan tevnegere, plana wan ya leşkerî amade ye.
Wezîrê Berevaniya Tirkiyê diyar kir, ew hêzên asayişa herêmî yên li şûna YPGê dê werin avakirin, ji aliyê wan ve nayê qebûlkirin û pêwîst e hêzên hevbeş bêne avakirin.
Akar herwiha da zanîn, li gor hevdîtinên bi Amerîka re, ewê gav bi gav hêzên xwe yên bejahî li ser axa Sûrîyê bicih bikin û baregehên çavdêrîyê ava bikin.
Akar got ku ew dê bê cudahî penaberên Sûriyê li herêma ewle bi cih bikin.
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî doh mohleta 2 hefteyan dabû Amerîkayê û gotibû, heger encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina plana xwe bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin