Wezîrê Tirk gef li hêzên Hefter xwar: Cihê revê ji wan re namîne!
PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar, tevî şandeke leşkerî serdana Libyayê kir û bi hevkarên xwe yên hikûmeta Wîfaq re civiya.
Akar di serdana xwe de, li ser daxuyaniyên Artêşa Niştîmanî ya Libyayê ku girêdayî General Xelîfe Hefter e yên bi darê zorê derxistina hêzên tirk ji Libyayê peyama bersivdanê û hedefgirtina hêzên Hefter da.
Akar got: “Divê piştevanên Hefter bizanin ku heger êrîşek li dijî hêzên girêdayî Tirkiyê bê kirin, wê li her derê hêzên Hefter wekî hedefa meşrû bên nirxandin. Tiştekî wiha bikin cihekî revê ji wan re namîne. Bila her kes hişê xwe bide serê xwe.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin