Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê, gef li Tirkiyeyê xwar

03 June 2022 18:53 0 dîtin
Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê, gef li Tirkiyeyê xwar

PeyamaKurd-Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê, li ser liv û tevgerên Artêşa Tirk ên li Egeyê, gef li Tirkiyeyê xwar. Wezîr got, “Di hegera çalakiyeke destwerdana leşkerî de dê bedêlên giran bên dayîn.”

Wezîrê Berevaniya Yunanîstanê Nikos Panagiotopoulos, bi rêya roportajeke ku dabû rojnameyeke herêmî, bal kişand ser liv û tevgerên Artêşa Tirk ku li herêma Egeyê çêdibin. Panagiotopoulos di roportajê de got, “Ew tiştê ku aliyê hember ji tevgereke leşkerî dûr dixe, destbikêriya me ye. Lewra dê neçar bin ku bedêlên giran bidin. Ew bi bedêla giran jî dizanin. Hêzên me yên çekdar, her dem bi biryar û amade ne.”

Panagiotopoulos bi berdewamî got, “Dema Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan xwe di bin gefan de hîs bike yan jî li hundir an li derve rastî pirsgirêkan were, kelecanê zêde dike.”