Hêzên Hefter: Me balafireke bêpîlot a tirk a ala Libya li ser xist xwar

23 January 2020 18:18 0 dîtin
Hêzên Hefter: Me balafireke bêpîlot a tirk a ala Libya li ser xist xwar

PeyamaKurd - Artêşa Niştimanî ya Libyayê (ANL) ya seroktiya wê Xelîfe Hefter dike ragihand ku wan balafireke bêpîlot a Tirkiye xistiye xwar.

ANLê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand, “Artêşa Niştimanî ya Libyayê (ANL) balafireke bêpîlot a ku navê Hikumeta Yekgirtî ya Neteweyî ya Libyayê (GNA) li ser e û bi cureya TB2 ye xiste xwar. Gava ku Al a Libyayê li wê balafirê hatiye danîn, ew nayê wateya, ku ew balafira Libyayî ye. Ev ji bo balafira Tirk lêxistinek û navekî xerab e”.

Di navbeyna Hêzên Artêşa Niştimanî ya Libyayê yên serokatiya wan Xelîfe Hefter dike û hêzên Hikumeta Yekgirtî ya Neteweyî ya Libyayê (GNA) ya bi serokatiya Fayez es-Serrac de tevî agirbesta Konferansa Berlînê jî berdewam dike.

Tirkiyê ragihandibû ku ew dê ji bo piştgiriya Fayez es-Serrac, leşkeran bişîne Libyayê ku piştî biryarên derketina hêzên biyanî li Libyayê yên konferansa Berlînê jî dibêje, tenê hêzên wan ên şêwirmendî û rahênanê li Libyayê ne.

Herwiha tê ragihandin ku Tirkîyê heta niha bi hezaran çekdarên opozisyona Sûriyê yên alîgirên xwe bi pere şandine Libyayê ku hejmara wan derdora 3 hezaran e.