Amerîkayê bersiva Erdogan a ketina Rojhilatê Firatê da

05 August 2019 00:56 0 dîtin
Amerîkayê bersiva Erdogan a ketina Rojhilatê Firatê da

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Amerîkayê li ser gefên ketina Rojhilatê Firatê yê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ên roja Yekşemê li bajarê Bursa hişyarî da Tirkiyê.

Li ser pirsa K24ê derbarê mijarê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo operasyona Tirkiyê ya bi ser Rojhilatê Firatê de hişyarî da Tirkiyê û ragihand, “Em tevgerên bi rengî qebûl nakin û ji ber vê jî em careke din Tirkiyê teşwîqî nêzîkatî û xebata hevbeş ligel me dikin.”

Wezaretê herwiha diyar kiriye ku li demeke ku operasyonên dijî DAIŞê ligel hêza şirîka (HSD) dewam dikin û leşkerên wan li bakurê rojhilatê Sûriyê ne, daxuyaniyên Tirkiyê cihê metirsiyê ye.

Erdogan gefa operasyonê li Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê xwaribû û gotibû, “Em li Sûriyê ketin Efrînê, Cerablûsê û El Babê. Emê bikevin Rojhilatê Firatê jî. Me Amerîka jî Rûsya jî agah kirine.”