Parêzgarê Hewlêrê destpêkirina 131 projeyên nû ragihand

30 May 2021 14:12 0 dîtin
Parêzgarê Hewlêrê destpêkirina 131 projeyên nû ragihand

PeyamaKurd - Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, piştî ku pere ji aliyê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve hatiye dabîn kirin, 131 projeyên xizmetê derdixin îhalê û vê heftiyê dê destpê bikin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 30yê Gulanê di civîneke çapemeniyê de got: “Di çarçoveya projeya pêşxistina parêzgehên herêma Kurdistanê de, piştî temambûna rêkarên yasayî û koordîne û darayî bi 28 milyar dînar pere dest bi projeyên xizmetguzariyê dikin.”

Parêzgarê Hewlêrê diyar kir, “Hejmara projeyan 131 proje ne û piraniya wan ji bo derdora bajarê Hewlêrê ne, ji bo navenda qeza û nehiyeyan e. Li gor şêwira ligel qaymeqam û rêveberên nehiyeyan hatiye kirin proje dê bên encamdan. Ew proje jî beşa herî zêde nav taxên hejar û feqîran de dibe, bi taybet jî nav bajarê Hewlêrê, li derveyî bajarê Hewlêrê jî girîngî dê bidin rêyên gundan.”

Xoşnaw da zanîn ku di nav projeyên de, projeyên çareserkirina pirsgirêka avê, sektora rê, perwerde, tenduristî û kanalan in.

Umêd Xoşnaw diyar kir ku di çarçoveya projeyên wezaretên hikûmeta herêma Kurdistanê de nêzîkî 100 milyar dînarên din wê bê cuda kirin.

Herwiha Xoşnaw da zanîn, li gor rêkeftina herêma Kurdistanê û Iraqê jî nêzîkî 85 milyar dînarên din ji bo xizmetê ji Hewlêrê re dê bê cuda kirin.