Parêzgarê Hewlêrê belavkirina 100 konên li penaberên Êzîdî ragihand

05 October 2021 13:32 0 dîtin
Parêzgarê Hewlêrê belavkirina 100 konên li penaberên Êzîdî ragihand

PeyamaKurd – Îro bi amadebûna parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û Balyozê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê Ehmed Elzahrî û Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed, bi konferanseke rojnemevanî de, belavkirina 100 konên li penaberên Êzîdî hat ragihandin.

Umêd Xoşnaw diyar kir, beriya ku ew zanyarî bigihên kanalên medyayê gihiştibûn wa ku rewşa 100 malbatên Êzîdî yên li Hewlêrê penaber in nebaş e. Herwiha Umêd Xoşnaw, spasiya tîmên navendî yên qeymeqamiya navendî yên Hewlêrê û û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir, ji ber lêkolîn derbarê rewşa wan malbatan de û spasiya Balyozê Îmaratê kir ji bo pêşkêşkirina wan alîkariyan li wan malbatên Êzîdî.

Herwiha Umêd Xoşnaw eşkere kir, ji ber rewşa siyasî li Iraqê qala girtina kampên penaberan û vegerandina penaberan ji bo ser erd û malên wan tê kirin û ev yek jî dibe sedem ku Yekîtiya Ewropayê û rêxistinên navdewletî yên alîkariya mirovan weke pêwîst alîkariya penaberan nekin û ev yek jî barê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girantir dike.

Umêd Xoşnaw amaje bi wê yekê jî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hîç şêweyekê ne ligel wê yekê ku penaber bi zorê bêne vegerandin ji bo ser erd û malên xwe û heta penaber bi dilê xwe venegerin Hikûmeta Herêma Kurdistanê wê berdewam be li ser xizmetkirina penaberan.

Herwiha Umêd Xoşnaw spasiya nûnertî û balyozxaneyên welatên derve yên li Herêma Kurdistanê jî kir ji ber pêşkêşkirina alîkariyan ji bo penaberan û bi taybetî spasiya Balyozxaneya Îmaratê ya li Hewlêrê kir ku cihê destê wan di alîkariya penaberan de diyar e.