Cenazeyê Elî Qazî li Hewlêrê bi merasîmeke fermî hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Cenazeyê tekane kurê Serokê Komara Kurdistanê Pêşewa Qazî Mihemed, Elî Qazî ku li Almanyayê koça dawî kiribû, îro 18ê Tîrmehê roja Duşemê li paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Di merasîma ku li Balafirgeha Navdewletî ya Hewlêrê hat kirin de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hejmarek ji berpirsên hikûmetê û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û malbata Qazî amadehî kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di merasîma pêşwaziya li termê Elî Qazî de, got ku Elî Qazî pir bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir.
Nêçîrvan Barzanî ragihand: “Xwedêjêrazî Elî Qazî, ji ber dîrok û pêgeha malbata xwe, ji ber ku ew bîranîna pêşwaza Qazî Mihemed bû, di dirêjahiya temenê xwe de, neçar ma ku gelek dijwarî, zehmetî, penaberî, dûrwelatî û êşan bikişîne. Ew her dem di xema yekrêzî û yekîtiya gelê xwe de bû. Heta dawî henase jî, gelek bi dilsozî daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê Kurd dikir. Ti carî ji xema gel û welatê xwe dûr neket, her kû derfet hebûya, li dû yekîtî û yekrêziya gelê xwe bû. Ev jî ji bavê wî pêşewa Qazî Mihemed jê re mabû, pêşewa nemir jî heta dawî wesiyeta wî her ew bû ku daxwaza yekrêzî û yekîtiya gelê xwe dikir.
Elî Qazî, kurê pêşewa Qazî Mihemed roja 10ê Tîrmeha 2022an di temenê 89 saliyê de li bajarê Bonnê yê Almanyayê koça dawiyê kiribû û îro 18ê Tîrmehê jî termê wî li ser erkê Serowezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Herêma Kurdistanê hat vegerandin.
Hêjayî gotinê ye, biryar bû termê Elî Qazî li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê bi xakê bihata spartin. Lê berpirsên Îranê malbata Qazî li Mehabadê agahdar kirin ku nabe merasîma sersaxiyê were kirin, malbata Qazî ew yek qebûl nekir, ji ber wê termê Elî Qazî dê li Kelarê bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin