Ji bo sersalê ti merasîmeke fermî nayê sazkirin: Ziyana lehiya Hewlêrê 21 milyar dînar e
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, ji bo ruhê pak ê şehîdan û qurbaniyên lehiyê ji bo serê salê ti merasîmeke fermî nayê sazkirin.
Umêd Xoşnaw di merasîmekê li Hewlêrê pêk hat de got: “Ziyanên lehiya şeva 17ê Kanûnê li 15 cih û nehiye û navçe û navendên bajar û gundan li dorûbera wê girtiye û bûye sedema mirina 12 kesan ku termê 10 kesan li pizîşkiya dadwerîyê radestî malbatên wan hatine kirin. 3 hemwelatiyên navxwe, kurdekî êzidî, 3 hemwelatî ereb û hemwelatîyek jî tirk û 2 welatî Nnepalî bûn û 2 kes jî heta niha winda ne.”
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser ziyanên lehiyê got: “Kelupelên navmala 2 hezar û 509 malbatan bi temamî ji nav çûne û 402 xanî dîwarên wan rûxiyane û dergeh û pencereyên wan têk çûye, herwiha 867 otomobîlan zirar dîtine û ji bilî otomobîlên hemwelatîyan jimareyek otomobîlên hikûmî ku ji bo alîkariya hemwelatiyan çûbûn tûşî ziyanê bûne.”
Xoşnaw da zanîn, 153 dikan, market û kargeh û pêşangehên otomobîlan û garacan ziyan dîtine û jimareyek zêde ya pez û zeviyên cotkaran jî zirar ditîne û bi giştî 20 heta 21 milyar dînar zirar pêk hatiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin