Rûsya: Em bi welatên Rojava re di ser de ne lê ev nayê wateya serê fermî
PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku piştî destwerdana welatên Rojavayî ya nav şerê ligel Ukraynayê, Rûsya û Ewropa di nav şer de ne.
Peskov herwiha got, destwerdana rojavayiyan a operasyona taybet a Rûsyayê bi ser Ukraynayê de, veguheriye şer ji bo wan, lê ev ji hêla hiqûqî ve jî nayê wateya şer.
Berdevkê Kremlînê dubare kir ku ew hê jî êrîşa ser Ukraynayê wekî şer bi nav nakin û ji hêla hiqûqî ve wekî operasyona taybet a leşkerî birêve dibin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 24ê Sibata 2022yan bi hinceta ku Ukrayna nêzî NATOyê dibe, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, êrîşên dagirkirina Ukraynayê dest pê kiribûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin