Berdevkê Serokê Rûsyayê Peskov gef li welatên Rojava xwar
PeyamaKurd : Berdevkê Serokê Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand, eger Rojava biryareke neqanûnî bide ji bo destdanîna ser samanên Rûsyayê yên li derveyî welêt û biryara veguhestina wan ji bo Ukraynayê bide, ev yek dê bibe sedema "lêçûnên qanûnî yên pir giran" û dê bersîva wan biryaran bê dayîn.
Dmitriy Peskov anî ziman ku meyla destdanîna ser samanên Rûsyayê bi awayê neqanûnî ji mêj ve li Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê tê dîtin û wiha got :
“Ev yek dê bibe sedema lêçûnên dadgehî û hiqûqî yên pir giran ji bo wan ên ku dê biryarên wiha bidin û yên ku dê biryarên wiha bikar bînin. Helbet em dê li ser tedbîrên bersivdayînê jî bixebitin.”
Piştî destpêkirina operasyona taybet a li Ukraynayê, welatên rojava mal û milkên Rûsyayê cemidand û cezayên li dijî wê sepand.
Ukrayna israr dike ku samanên Rûsyayê jê re werin veguhestin ji bo jinûveavakirina welat piştî şer.
#Rusya #

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin