Serokê Rûsyayê: Sedema bilindbûna enflasyona aboriyê welatên rojava ye

18 June 2022 10:00 0 dîtin
Serokê Rûsyayê: Sedema bilindbûna enflasyona aboriyê welatên rojava ye

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin do di Foruma Aboriya Cîhanî ya St. Petersburgê de axivî û diyar kir, sedema bilindbûna enflasyona aboriyê welatên rojava ye.

Li gor Vladimir Putin di forumê de da zanîn: “Operasyona serbazî ya Rûsyayê ya li Donbasê nebûye sedema enflasyona aboriyê, welatên rojava ji bo nixumandina xeletiyên xwe, vê rewşê di berjewendiya xwe de bi kar tînin.”

Herwiha Putin eşkere kir: “Şaşiya sîstematîk di siyaseta aboriya îdarî ya niha ya Amerîkayê û brokrasiya Ewropayê de bûye sedema giranî, enflasyona aborî, kêşeya xurek û bilindbûna bihayê benzînê.”

Di berdewamiyê de Serokê Rûsyayê destnîşan kir: “Welatên rojava operasyona serbazî ya Rûsyayê ya li Ukraynayê dikin hinceta şaşiyên hesabên xwe, ev operasyon bûye mertala hincetê ji bo wan.”