Berdevkê Kremlîna Rûsyayê Peskov bi koronayê ket
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlîn a Serokatiya Rûsyayê Dmitry Peskov, bi vîrusa koronaya nû Covid-19 ket.
Peskov ji ajansa Ria Novosti ya Rûsî re bixwe ragihand ku testa wî ya koronayê pozîtîf derketiye û ew niha li nexweşxaneyê tê tedawîkirin.
Rûsya di hejmara pêketiyên koronayê de piştî Amerîka û Îspanyayê derketiya rêza sêyem ku 232 hezar û 243 kes bi koronayê ketine û 2 hezar û 116 kes jî pê can dane.
Berî niha jî hin karbidestên rêveberiya Rûsyayê bi koronayê ketibûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin