Berdevkê YPGê: Hewldanên Rûsyayê ne ji bo parastin û çareseriyê ne

05 November 2021 16:38 0 dîtin
Berdevkê YPGê: Hewldanên Rûsyayê ne ji bo parastin û çareseriyê ne

PeyamaKurd - Berdevkê YPG’ê Nûrî Mehmûd li ser gefên operasyonê li ser Rojavayê Kurdistanê got ku ew ji stratejî û taktîkên nû yên şer re amade ne û destnîşan kir, her cara Rûsya bi ceribandên leşkerî wisa bide xuyakirin ku wê Sûriyê biparêze jî ev ne ji bo çareseriyê ne.

Berdevkê YPG Nûrî Mehmûd li ser gefên êrîşê yên Tirkiyê ji medya Rojavayê Kurdistanê re daye zanîn ku demek e Rûsya bi ceribandinên leşkerî dide xuyakirin wê Sûriyê biparêze û nehêle êrîş çêbibin, lê di rastî de rewşeke wisa tune ye.

Nûrî Mehmûd diyar kir ku hêzên mezin ên mîna Rûsya heta niha ji bo çareseriyeke siyasî ti gav neavîtine.

Berdevkê YPGê daye xuyakirin ku wan ji şerê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê tecrube giriyet û li gor wê taktîkên nû diyar kirine û wê gelên xwe biparêzin.

Nûrî Mehmûd herwiha bang li xelkê Rojavayê Kurdistanê jî kiriye ku ji bo her şerekî muhtemel xwe amade bikin.