Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir sansekê bide danûstandinan

03 March 2022 14:04 0 dîtin
Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê ji Rûsyayê daxwaz kir sansekê bide danûstandinan

PeyamaKurd Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin, di derbarê êrîşên Rûsyayê li ser Ukraynayê de axivî û daxwaz ji Rûsyayê kir, şansekê bide danûstandin û dîplomasiyê.

Li gor Berdevkê Serokkomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin da zanîn: “Eger Rûsya şansekê nede danûstandin û dîplomasiyê, bi berdewamkirina êrîşên xwe li ser Ukraynayê, wê şaşîtiyek mezin bike.” 

Kalin di berdewamiyê dilgiraniya xwe derbarê pêşhateyên li Ukraynayê de anî ziman û got, ew naxwazin pêwendiyên wan ligel Rûsyayê qut bibin û got: “Divê hinek alî ligel Rûsyayê di nav pêwendiyê de bin, da ku hewl bidin wan bînin ser maseya danûstandinan.”

Herwiha Îbrahîm Kalin eşkere kir, wan heta niha li dijî Rûsyayê ceza nedane destpêkirin û got: “Di sektorên gaza xwezayî, turîzim û çandiniyê de, pêwendiyên me yên aborî yên bi hêz hene û em naxwazin ev pêwendiyên me zerarê bibînin.”