Rûsyayê ji bo operasyona Minbic û Til Rifatê neke daxwazek ji Tirkiyê kir...
PeyamaKurd – Beriya operasyoneke muhtemel a artêşa Tirkiyê hêzên rûsî yên li bajaroka Til Rifat a Sûriyê bicih bûbûn, vekişiyan. Hat diyarkirin ku hêzên rûsî ji Til Rifatê derbasî aliyê Helebê bûne.
Heta niha jî li bajarokê Til Rifetê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), rejîma Sûriyê û hêzên rûsî hebûn.
Li gorî nûçeya Al Kuds Arabiayê, di hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê de, aliyê rûsî ji Tirkiyê xwestiye, li beramber derxistina HSDê ji Minbic û Til Rifatê hêzên rejîma Sûriyê werin bicihkirin û Tirkiye jî operasyona xwe betal bike.
Lê belê li gorî zanyariyan Herwiha, aliyê Tirk hîn paşde gav neavêtiye û helwesta xwe ya bo pêkanîna operasyonê didomîne.
Li aliyê din rayedarekî Amerîkî ku navê xwe nedaye jî ragihandiye ku hêzên Amerîkayê ji herêmên operasyona muhtemel vekişiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin