Stoltenberg: Em peymaneke astiyê ya bi ferzkirina Rûsyayê qebûl nakin!
PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ji bo beşdarî Tetbîqata Ari Defender 23 a NATOyê bibe serdana Almanyayê kir û bi Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz re civiya.
Stoltenberg di civîna rojnamevanî ya piştî hevdîtinê de, bal kişand ser şerê berdewam ê Ukrayna-Rûsyayê û got, “Em peymaneke aştiyê ya bi ferzkirina Rûsyayê qebûl nakin.”
Sekreterê NATOyê diyar kir, “Em hemû dixwazin ev şer bidawî bibe, lê belê ev nayê wateya ku ji bo rawestindina şer û pêkanîna aştiyeke dadwerane, em peymaneke ku ji aliyê Rûsyayê ve bê ferzkirin qebûl bikin.”
Stoltenberg got ku di civîna ligel Scholz de, wan li ser amadekariyên Lûtkeya NATA ya 11-12ê Tîrmehê li paytexta Lîtvanya Vilniusê tê lidarxistin, gotûbêj kirine.
Sekreterê Giştî yê NATOyê herwiha da zanîn ku planeke wan a bi fermî vexwendina Ukraynayê bo lûtkeya Vilniusê nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin