Scholz: Em pistgirî didin besdariya Rûsyayê ya konferansa astiyê
PeyamaKurd - Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz diyar kir ku ji bo bidawîkirina şerê li Ûkraynayê ew piştgirî dide vexwendina Rûsyayê ya konferansa aştiyê ya navneteweyî.
Olaf Scholz di daxuyaniya xwe ya ji bo televizyona ZDF ya Almanî de amaje bi wê yekê kir ku di hevdîtina xwe ya dawî ya bi Serokomarê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy re, wan ji bo bidawîkirina şer, li ser egera lidarxistina konferanseke nû ya aştiyê gotûbêj kirine û got: "Bêguman wê konferanseke din a aştiyê pêk bê. Ez û Zelenskiy di wê baweriyê de ne ku ev yek wê bandorê li Rûsyayê jî bike. Me ji bo Rûsya jî beşdarî konferansê bibe li hev kirin."
Scholz her wiha got: "Bi raya min ev demek e ku pêdivî pê heye ku em li ser pirsa; 'ka em ê çawa dikaribin ji rewşa şerê navbera Ûkrayna û Rûsyayê derkevin û zûtir ji ya ku niha xuya dike bigihîjin aştiyê' bi ciddî rawestin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin