Obama û Michelle pistgirî dan jin û keçên Rojhilatê Kurdistan û Îranê: Hûn îlhamê didin...

12 October 2022 20:05 0 dîtin
Obama û Michelle pistgirî dan jin û keçên Rojhilatê Kurdistan û Îranê: Hûn îlhamê didin...

PeyamaKurd – Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama û hevjîna wî Michelle Obama, bi boneya  Roja Navneteweyî ya Keçan peyamek belav kirin û pesnê 'jin û keçên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê yên ku bi xwepêşandanên xwe yên berdewam îlhamê didin cîhanê' dan.

Barack û Michelle Obama, pesnê xwepêşanderên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dan ku ji 16ê meha borî ve piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi destê polîsên exlaqê yên rejîma Îranê bênavber derketine kolanan û protestoyan dikin.

Barack Obama û Michelle Obama di peyama ku li ser Twitterê belav kirine de gotin, “Di vê roja Navnetewî ya Keçan de, em bi jin û keçên wêrek ên Îranî re radiwestin ku bi xwepêşandanên xwe yên berdewam îlham dane cîhanê. Mafên ku ew lê digerin gerdûnî ne: wekhevî, şiyana hilbijartina xwe ya li ser çawaniya xuyan û cil û bergên xwe û eşkerekirina nasnameya xwe, û azadiya ji bo vê yekê bêyî rûbirûbûna tacîz, tirsandin û şîdetê. Em heyranê keçên Îranî ne ku roleke serkirdayetî ya wisa lîstin di pêdagiriyê de li ser wê yekê ku pêşeroj ji paşerojê cuda be, û jinên Îranî ji hemû maf û îmkanên ku layîq in, bidest bixin.”

Obama herwiha destnîşan kir: “Ji hemû kesên ku li derve doza mafên we dikin, çalakiyên we yên protestoyê bandor li me dike û şahidiya mêrxasiya we dikin di rûbirûbûna hovîtiya rejîmek ku li hember bangên guhertinê radiweste. Hûn peyamek bi hêz didin ku divê neheqî neyê qebûlkirin. Bê guman rojên dijwar li pêş in, û dilê me bi wan kesan re ye ku bi awayekî trajîk li Îranê hezkiriyên xwe ji dest dane. Lê em di wê baweriyê de ne ku pêşeroj dê di dawiyê de ya keç û jinên ciwan ên Îranê be ku bêdengiyê red dikin. Hûn tînin bîra me ku hêza rast ne ji girtina paşerojê, lê ji hewldana avakirina pêşerojek çêtir tê.”