Alimên Rojhilatê Kurdistanê pistgirî da serhildanê: Divê kujer bên sizadan û girtî bilez bên berdan
PeyamaKurd – Alimên Îslamê yên li bajarê Şino, Nexede û Pîranşarê yên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihandin ku ew piştevaniya serhildana berdewam dikin.
Bi dehan mamostayên olî di vîdyoya ku hatiye belavkirin de, behsa xwepêşandanên vê dawiyê yên li bajar û bajarokên Îran û Rojhilatê Kurdistanê dikin û dibêjin: “Ev çendîn sal in daxwazên gelên dilsoz ên derbarê dadperwerî, wekhevî, dabeşkirina dadwerane ya xizmetguzariyan, bidawîanîna kuştina kolberan û cibicîkirina destûrê, ji aliyê desthilatdaran ve bê bersiv dimînin û tên piştguhkirin.”
Mamosteyê olî yê Pîranşarê Emîr Xalidî ku daxuyaniya hevpar dixwîne dibêje: “Nebûna azadî, dadweriya civakî û enflasyona aboriyê, ji her demê bêhtir gel xistiye nava krîzê. Li gor Qurana pîroz, erkê yasayî û îslamî ya desthilatdaran ew e, rûmet, azadî û mal û milkê hemû beşên civakê biparêzin û li welat wekhevî û xweşguzariyê pêk bînin. Lê mixabin pirsgirêk û bêdadwerî, bûye sedem ku gel nerazîbûnên xwe nîşan bidin. Mixabin jî rayedar guh nadin dengê gel. Tepeserkirina xwepêşandanan re jî, ew bêtir bêzar kirin.”
Alimên Îslamê yên Kurd herwiha di daxuyaniya xwe de 5 xal pêşkêşî hikûmeta Îranê, gel û raya giştî kirin û gotin: “Di dirêjahiya dîrokê de, tenê xelkê piştevaniya madî û manewî dane mamostayên olî yên Kurdistanê. Çarenivsa me ji çarenivsa gel cuda nîne. Ji ber ku mamosta di hemû qonaxên dîrokê de her tim dost û piştgirên gel bûne, niha jî em piştgiriya xwe ya tevahî ji bo xwepêşandanên sivîl û daxwazên mafdar ên gel radigihînin.”
Aliman sersaxî ji malbatên qurbaniyên bûyerên vê dawiyê yên Îran û Rojhilatê Kurdistanê re xwest û êrîşên li ser mal û milkên xelkê û hikûmetê, dijûn û bikaranîna gotinên nebaş li dijî gel bi her hincetekê jî, bi nerewa û li dijî şerîet û yasayan dan zanîn.
Di berdewamê de tê diyarkirin: “Divê welatî hişyar bin, eger hilweşandin û şewitandina mal û milkên xelkê li şûna daxwazên rewa yên maf û dadperweriyê bigire, çareseriyên medenî dê nemînin û dijminên me jî dê kêfxweş bibin. Baweriya me bi xwepêşandanên aştiyane û bêtundiyê heye.”
Herwiha aliman bang li rayedaran kir ku bersivê bidin daxwazên rewa yên gel û dengê nerazîbûna wan bibihîzin, yên ku xwîna xwe dane vî welatî, divê bi gule û serkutkirinê bersivê nedin. Her kesê ji her aliyekî ve were kuştin, ciwanên vê xakê ye. Em ne bi kuştina ti kesekî re ne.
Di dawiya daxuyaniya alimên Şino, Nexde û Pîranşarê de hat xwestin, bilez lêpirsîn li ser kujerên ciwanan bên kirin û kesên hatine binçavkirin di zûtirîn demê werin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin