Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê du keçên Kurd hatin girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Banê yê Rojhilatê Kurdistanê, du keçên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Îranê ve hatin girtin û piştî temamkirina soza ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin hatin berdan.
Li gorî zanyariyan, do Pêncşemê hêzên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê girtin ser malekê û 2 keçên bi navê Rojîn û Ruya bi tohmeta beşdarbûna xwepêşandanên rojên borî li wî bajarî girtin.
Hat ragihandin, her du keçên 18 salî hatin girtin û soz dan ku careke din beşdarî xwepêşandanan nebin û serbest hatin berdan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin