Rûsyayê dest bi rahênaneke mezin a leskerî kir

30 July 2024 15:44 0 dîtin
Rûsyayê dest bi rahênaneke mezin a leskerî kir

PeyamaKurd - Li Rûsyayê bi beşdariya firokeyên Baltik, Bakur, Pasîfîk û Xezerê rahênana deryayî ya mezin dest pê kir.

Di rahênanê de zêdetirî 20 hezar personelên leşkerî û sivîl û nêzîkî 300 keştiyên deryayî beşdar in.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê de ev daxuyanî hatin dayîn:

"Yekîneyên Hêza Deryayî ya Rûsyayê li herêmên operasyonê yên fîloya Bakur, Pasîfîk û Baltîkê û li qada berpirsyariya fîloya Xezerê dest bi rahênaneke mezin û plankirî kirine.

Xebatên perwerdehiya şer bi qasî 300 keştî, keştiyên binavê û her wiha heta 50 frokeyan, zêdeyî 200 parçe alavên leşkerî û taybet, zêdetirî 20 hezar yekîneyên amûran û personelên leşkerî û sivîl beşdar dibin."