Rûsyayê bi artêsa Sûriyê re tetbîqata leskerî da destpê kirin: Wê 6 rojan dewam bike
PeyamaKurd – Fermandarê Rûsî yê li Sûriyê ku Serokê Navenda Lihevanînê ya li Sûriyê ye, Amîral Oleg Gorinov ragihand, di navbera hêzên asmanî yên Rûsya û Sûriyeyê de, tetbîqateke leşkerî ya hevpar hatiye destpêkirin.
Oleg Gorinov da xuyakirin ku dê tetbîqat 6 rojan dewam bike û tê de sîstemên berevaniya asmanî û alavên şerê sîberî yên dijî êrîşên asmanî bên bikaranîn.
Gorniov li ser rewşa Sûriyê jî diyar kir, “Baregeha Hmeymimê 9 binpêkirinên bi balafirên bêmirov ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, li rojhilatê Sûriyê tespît kiriye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin